Rûsya:"Pirsgirêkên me li gel Amerîkayê hene"

Ji aliyê xwe ve jî, Vladimir Putin ragehand ku “Em bi wê yekê re ne, ku roja 18 Kanûnê li New Yorkê, grûpa navdewletî ya ji bo alîkariya Sûriyê bicive.”

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand ku derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê pirsgirêk di navbera wan û Amerîkayê de hene.

Di daxuyaniyekê de Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zagarova, îro, ragehand ku derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê, wan pirsgirêkên mezin li gel Amerîkayê hene,herwiha Tekez kir ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê dê civînên New Yorkê beşdar bibe.

Ji aliyê xwe ve jî, Vladimir Putin ragehand ku “Em bi wê yekê re ne, ku roja 18 Kanûnê li New Yorkê, grûpa navdewletî ya ji bo alîkariya Sûriyê bicive.”

Tê zanîn ku yek ji pirsgêrên di navbera Rûsya û Amerîkayê de derbarê çareserkirina Kirîza Sûriyê çarenivîsa Esed e.

Biryare Îna bê grûpa navdewletî ya ji bo alîkariya Sûriyê li  New Yorkê bicive.