"54" rojnamevanên pispor sala 2015 an dîlbûn e

Li gor raporê ji wan 54 rojamevana, 26 li cem grûpên radîkal li Sûriyê ne, ku ew welat dibe yekemîn welat di rêjeya binçavkirina rojnamevana de, herwiha 18 li cem DAIŞê ne, 33 li cem Hûsiyên Yemenê hene

 

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxstina peyamnêrên Sînor nenas (Reporters Sans Frontieres), ragehand ku di sala 2015 an de, 54 rojnamevan pispor hatine binçavkirin,  ji wan jî 26 li Sûriyê ne.

Di rapora xwe ya salan e de, rêxstina Peyamnêrên Sînor nenas, hejmara rojnamevanên pispor ên ku hatine binçavkirin, li seranserî cîhan belav kir û tê de hatiye ku  "54" rojnamevanên pispor binçavkirî hene.

Li gor raporê ji wan 54 rojamevana, 26 li cem grûpên radîkal li Sûriyê ne, ku ew welat dibe yekemîn welat di rêjeya binçavkirina rojnamevana de, herwiha 18 li cem DAIŞê ne, 33 li cem Hûsiyên Yemenê hene.

Raporê daye zanîn ku li Misrê jî 22 rojnamevan binçavkirî hene, 8 li Lîbyayê jî.

Rêxistina Peyamnêrên Sînor nenas bi armanca azadiya rojnamegiriyê û  berevaniya mafên rojnamevanan, sala 1985an hatiye damezrandin, navenda wê Parîs e paytexta Firansayê.