Rêveberiya Karubarên Êzdiyan amarek girîng belav dike

Heta niha 7 Hezar Kurdên Êzdî ji Herêma Kurdistanê derketine, 960 zarok bê dê û bav man e.

K24- Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Karûbarên Êzdiyan ragihand ku, heta niha 7 hezar Kurdên Êzdî ji Herêma Kurdistanê koç kirine û 2 hezar û 321 kes jî dest çekdarên DAIŞê hatine rizgarkirin.

Rêveberê Karûbarên Êzdiyan Di Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê de, Xeyrî Bozanî diyar kir ku, hejmara Kurdên Êzdî li Herêma Kurdistanê 500 hezar kes bû, lê piştî girtina devera Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, 400 hezar kes koçber û derbider bûne.

Çekdarên DAIŞê roja 3yê Tebaxa 2014an devera Şingalê girtibû.

Xeyrî Bozanî amaje kir jî ku, ji piştî bûyerên Şingalê ve, 7 hezar Kurdên Êzdî ber bi welatên Ewropa û Amerîkayê ve koç kirine.

Derbarê hejmar şehîd û Kurdên Êzdî yên di dest DAIŞê de, Bozanî got: “Hejmara şehîdan hezar û 286 kes e, hejmara kesên ku hatine revandin jî 5 hezar û 838 kes e ji wan 3 hezar û 192 jin û keç, 2 hezar û 646 kur û zilam.”

Bozanî aşkere kir jî ku, ji encama girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, 960 zarok bê dê û bav man e.

Derbarê kesên ku ji dest çekdarên radîkal ên DAIŞê ve hatine rizgarkirin de, Bozamî wiha da zanîn: “Heta niha 2 hezar û 321 kes hatiye rizgarkirin ji wan: 864 jin, 316 zilam û 558 keç, 583 kur.”

Roja 13ê Mijadrê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şingalê bi temamî rizgar kirine.

Lê ji ber ku dever bûye kavil, heta niha Kurdên Êzdî ne vegeriyane

warê xwe.

Derbarê wêraniya ku gihaye deverê jî, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî aşkere kiribû ku, ji sedî 80yê Şingalê wêran bûye.