Berpirsekî PDK: Amerîka, Ewropa û Tirkiye piştgiriya Barzanî dikin
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirsê Pêwendiyên Nîştîmanî û Iraqî yê PDK’ê Ehmed Kanî aşkere kir ku, Amerîka, welatên Ewropayê û Tirkiyê piştgiriya mayîna Mesûd Barzanî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de dikin.
Ehmed Kanî amaje bi serdana Barzanî ya Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê kir û got: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, yek ji siyasetmedarên diyar ê navçeyê ye û Erebistana Siûdiyê û Tirkiye jî bi girîngî ligel wî danûstandinan dikin.’’
Kanî ji BasNewsê re diyar kir ku niha li Rojhilata Navîn reşek nû derketiye holê û di nava vê rewşê de jî welatên mezin, bi taybetî Amerîka, Tirkiye û welatên Ewropayê, dixwazin Mesûd Barzanî li ser erkê xwe bimîne.
Kanî daxuyand ku Herêma Kurdistanê di qonaxek hestyar de derbas dibe “lewma divê hemû partî û aliyên Kurdî, berjewendiyên xwe yên hizbî nexin pêş berjewendiyên neteweyî.”
Derbarê mijara leşkerên Tirkiyê yên li Başîqa jî Kanî got: ‘’Her çende pêwendiya me bi vê karê ve nebe jî, em dixwazin bibin beşek ji çareseriyê. Me navê em bibin aliyek nava gengeşiya di navbera Iraq û Tirkiyê. Ewên ku alîkariyê bidin me dostên me ne. Li Iraqê tenê leşkerên Tirk nînin, leşkerê welatên dinjî hene.’’