Li Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê îro 9 kesan canê xwe ji dest da

Li Cizîr û Silopiyê operasyon û pevçûnên dijwar

K24 - Diyarbekir

Di şer û pevçûnên li 5 navçeyên Bakurê Kurdistanê de tenê îro 9 kesan canê xwe ji dest dan.  Ji ber rakirina berbest, girtina xendekan bi rojan e ku di navbera hêzên ewlehiya dewletê û xwepêşandarên ku nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne de pevçûn didomin. Li Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Sûra Diyarbekirê operasyon bi tangên bipalet, polîs û leşkerên taybet birêve diçe.

Parêzgeriya Şernexê di 14ê vê mehê de ji saet 11ê şevê û pê de derketina xelkê sivîl bo kolanan qedexe kir. Ji ber ku qedexe beriya 17 saetan hatibû dabishtin bi hezaran niştecihên herdu navçeyên navborî bi zar û zêçên xwe ve malên xwe bicîh hiştibûn û derbasî gundên derdorê bûbûn. Ji saet 1ê şevê din ve pevçûn li taxan dijwar bûn. Li gorî zanyariyan, xelkê ku malên xwe bicîh hiştine bi paçên spî derketin pêşiya tirimbêlên leşkerî û xwestin ku malên wan nebin armanca guleyan. Ji hêla din ve Parlamenterê HDPê yê Şernexê Ferhat Encû, li ser hesabê xwe yê twîtterê ji kolanên Silopiyê wêneyek parve kir û di wêneyî de xuya dike ku tank di nava bajar de ne. 4 aliyên navçeyan bi tirimbêlên leşkerî hatine girtin.

Li navçeya Cizîrê jî bi taybetî pevçûnên dijwar li Taxên Sûr, Cudî û Yafes hene. Hejmarek tank li ser girên li pişta taxa Cudî hatine bicihkirin. Tank, bi guleyan mîn û teqemeniyên li ber xendekan hatine vedan ji dûr ve diteqînin. Xwepêşander jî bi roket û qenasan êrişî hêzên ewlehiyê dikin.  Ji hêla din ve bi balafirên leşkerî cebilxaneya leşkerî bi rêya balafirxaneya Şernex bo herêmê tê veguhestin. Ji ber pevçûn û qedexeyê Deriyê Gumrika Xabur jî girtiye û bi hezaran balhilgir li ser rê rêz bûne.

Li navçeya Sûra Diyarbekirê jî bi taybetî pevçûn li 6 taxan didomin.  Hêzên ewlehiya dewletê bi piştgiriya tangên bipalet operasyonan birêve dibin. Ji hêla din ve Parlamenterên HDPê û rayderan BDPê li herêmê beşdarî çalakiyên bênavber dibin û operasyonan protesto dikin. Rayedarên dewleta Tirkiyê amaje bi wê yekê dikin ku heta xendekek tenê jî di nava bajêr de heye ew dê operasyonan nedin sekinandin. Xwenîşander jî radigihînin ku ew li dijî hêzên ewlehiyê ti gavan paşve navêjin. Metirsiya mezin ew e ku pevçûn dijwartir bibin û bi rojan berdewam bikin.