Tirkiye: Paşdevegerandina penaberan tê gotûbêj kirin

Piştî peymana di navbera Tirkiye û dewletên Yekîtiya Ewropayê de bo vegerandina penaberan niha jî şertên qebûlkirina penaberan tên nirxandin.

K24 – Enqere

Piştî peymana di navbera Tirkiye û dewletên Yekîtiya Ewropayê de bo vegerandina penaberan niha jî şertên qebûlkirina penaberan tên nirxandin. Tirkiye di qebûlkirina penaberan de wê li gor sedemên aborî tevbigere.

Di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê di 2013an de peymana qebûlkirina penaberan hat mohrkirin. Ev Peyman piştî lûtkeya penaberan a li Brûkselê careke din hat rojevê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu got, Sûriyeyî û kesên ji ber ewlehiya canê xwe welatên xwe bicîh hiştine ne di vê peymanê de ne. Tenê ji bo wan kesên ji ber sedemên aborî derbasî wan welatan bûne dê paşdevegerandina wan were qebûlkirin.

Di vê derbarê de Berpirsê Navenda Penaberî û Koçkirinê Metin Çorabatir ji K24ê re got: “Bi vê yekê tê xwestin ku hejmara kesên bo Tirkiyê werin şandin kêm bikin ku ev yek ji ber hinek xalên kevn ên peymanê ne.”

Di peymana pêşî ya qebûlkirina penaberan de, hat gotin ku ew kesên parastina navneteweyî dixwazin jî dê di çarçoveya peymanê de bin. Lê pispor dibêjin şûndvegerandina penaberan û li gorî vê yekê qebûlkirina wan ne tiştekî yasayî ye û ev yek ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye qedexekirin.

Berpirsê Rêxistina Efûyê Volkan Gorendag jî wiha dibêje: “Tê ragihandin ku di peymana pêşî ya Tirkiyê bi Yekîtiya Ewropayê re mohr kiriye, penaberên li parastina navneteweyî digerin, cih nagirin. “

Pispor dibêjin eger penaberên Sûriyeyî û Êzdiyên ji Iraqê reviyane, li gorî wê peymanê werin nirxandin, wê mafên mirovan ên penaberan bi awayekî giran werin binpêkirin. Bo vê yekê jî divê biryara vê yekê ji himûmetan re neyê hiştin.