Roja Alaya Kurdistanê bilind hat ragirtin
K24 – Hewlêr - Foto: Dijwar
Îro li dam û dezgahên fermî û ne fermî yên hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê bilind hat ragirtin û xwendekaran bi cilên Kurdî pêşwazî li vê rojê kirin.
Îro Roja Alaya Kurdistanê ye, Alaya Kurdistana Federal e û li hemû wan navçeyên ku di jêr desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne li ser dam û dezgahên fermî hatiye bilindkirin.
Di sala 2009ê de Parlamentoya Kurdistanê biryar da 17ê meha duwazdeh a hemû salekê wek Roja Alaya Kurdistanê li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bê destnîşan kirin.
Wate û Hêmaya Rengên Alaya Kurdistanê
Rengê Sor: Şoreş,riştina xwînê di şer de, jêhatîbûn, hêz û yeksanî.
Rengê Zer: Ronakî, tirêjên rojê, hişyarî û agir.
Rengê Spî: Aştî, aramî û agirbest.
Rengê Kesk: Şînahî, welat, parastin û ciwanî.
Alaya Komara Kurdistanê li Mehabad 1946
Di serdema şerê duyem ê cîhanî û ligel pêşveçûna bizava Kurdî li Îranê û piştre jî ragehandin û damezrandina Komara Kurdistanê di roja 22.01.1946ê de ku bajarê Mehabad paytexta wê bû, Alaya Serbixwe ya Kurdistanê hat bilindkirin.