Roja Alaya Kurdistanê li Rojava tê pîroz kirin
K24 - Girkê Legê
Biryar e îro li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê saet 2:30 xulekan were pîroz kirin.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê biryar e îro li bajarokê Girkê Legê, saet 2:30 xulekan welatiyên wî bajerokî û derdora wê Roja Alaya Kurdistanê pîroz bikin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku bi amadebûna welatiyên wî bajarokî, aliyên siyasî û komeleyên jinan, dê Alayeke Kurdistanê bi dirêjahiya "200 mitreyan" were rakirin.
Di sala 1999an de hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 17ê meha diwazdehan, yasayek derxist û ev ala wek alaya fermî ya Herêma Kurdistanê pejirand. Sala 2009ê jî Parlamentoya Kurdistanê bi yasayekê roja 17ê meha 12an wek Roja Alaya Kurdistanê destnîşan kir.