Wêneyê Alanê Kurdî dibe mijara perwerdeyê

Serokê Labaratûara Zanîngeha Şefîeldê Farîda Vîs da xuyakirin ewê encamên vekolînê wek dersê bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wêneyê Alanê Kurdî li Zanîngeha Şefîeld (Sheffield) ya Brîtanyayê dibe mijara perwerdeyê.

Wêneya Alanê Kurdî yê 3 salî ku li Deryaya Egeyê canê xwe ji dest dabû, li Zanîngeheke Brîtanyayê bû mijara perwerdeyê. Serokê Labaratûara Zanîngeha Şefîeldê Farîda Vîs da xuyakirin ewê encamên vekolînê wek dersê bidin.

Vîs got, 12 demjimêr piştî weşandinê, dîmena Alanê Kurdî li hemû cîhanê di 20 mîlyon televîzyonan de hatiye nîşan dan û li medyaya civakî şûna peyva "koçber" êdî peyva "penaber" hatiye bikaranîn.

Wêneyên Alanê Kurdî ji aliyê peyamnêra DHAyê Nîlufer Demîr ve hatibûn kişandin û ev wêne wek sembola karesata penaberan û Kurdan hatibû qebûlkirin û li cîhanê deng vedabû.