"Hewldanên azadkirina leşkerên dîlgirtî tên astengkirin"

Di encama operasyonên li bajarên Bakurê Kurdistanê de, nêzîka 20 leşker û polis ji aliyê PKKê ve dîl hatine girtin.

K24 – Enqere

Di encama operasyonên li bajarên Bakurê Kurdistanê de, nêzîka 20 leşker û polis ji aliyê PKKê ve dîl hatine girtin. Li Parlamentoyê hat îdiakirin ku hewldanên bo berdana wan leşker û polîsan tên astengkirin. Li ser vê yekê hemû partiyan daxwaza avakirina komisyonekê kir ku mijarê vekolîne. 

Şer û pevçûnên dijwar ên li Bakurê Kurdistanê berdewam in. Dewlet bi hêzeke mezin ku ji leşker û polîsan pêk tê, operasyonên berfireh dimeşîne.  Di encama operasyonan de, PKKê nêzîka 20 leşker û polis dîl girtin. Li ser îdiayên berdana wan leşker û polîsên êsîr tên astengkirin li parlamentoyê daxwaza avakirina komîsyonekê hat kirin.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken got: "Werin em berpirsiyariyê bigirin ser xwe û van operasyonan rawestînin. Werin em bi rayedarên KCKê re pêwendiyan deynin û wekî carên din em wan kesan li malbatên wan vegerînin."

Hat ragihandin ku malbat daxwazê li parlamentoyê dikin ku zarokên wan azad bike lê belê hikûmet guh li daxwazên wan nagire. Herwiha parlamenterên opozîsyonê îdia dikin ku hejmara leşkerên dîlgirtî gelekî zêdetir e û AKP bi tenê wan bo siyaseta xwe bikar tîne.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Engin Altay, bang li hikûmetê kir ku derbarê leşkerên dîlgirtî de hemû agahiyan bi raya giştî re parve bike: “Di vê mijarê de em ê daxwaz bikin ku parlamento were agahdarkirin. Lê belê ne bi tenê ez, tu kesî politikaya AKPê a li ser vê mijarê fam nekiriye. Hikûmet nizane ku çi dike…”

Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan ji 7ê Hezîranê heta niha zêdeyî 300 leşker, polis û gerîllayan jiyana xwe ji dest dane û herwiha nêzîka 300 kesên sivîl jî canê xwe ji dest dane ku zarok û jin jî di nav de hene.

Ji aliyê din ve, hejmarek leşker û polîs jî di destê PKKê de ne û malbatên wan dixwazin demildest bigihin zarokên xwe. Lê belê ne ji bo rawestandina şer û pevçûnan û ne jî bo berdana wan leşker û polîsan hikûmetê heta niha tiştek nekiriye.