Amerîka tekezî li serweriya xaka Iraqê dike

Amerîka tekez li ser pêbendiya xwe bi parastina serweriya xaka dike, daxwaz ji Tirkiyê kir jî ku, hêza xwe ya leşkerî ji bakurê Iraqê vekişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Amerîka tekez li ser pêbendiya xwe bi parastina serweriya xaka dike, daxwaz ji Tirkiyê kir jî ku, hêza xwe ya leşkerî ji bakurê Iraqê vekişîne.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, hatina her hêzeke leşkerî bo xaka Iraqê, pêwîst e bi hevahengî ligel hikûmeta Bexdayê be û bi rezamendiya wê be.

Di daxuyaniyê de hat ku, Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, behsa hatina hêza taybet a Artêşa Tirkiyê kiriye, tekez kiriye jî ku diviyabû Tirkiyê razemendiya hikûmeta Bexdayê wergirtiba.

Biden di wê pêwendiyê de tekezî li ser wê yekê kiriye ku, pêwîst e Tirkiyê û Iraqê bi riya gutfûgoyê hemû pirsgirêkan çareser bikin.