Qeyikeke penaberan bin av bû 4 kes jî mirin

Li Tirkiyeyê navçeya Bodrûmê di encama binavbûna qeyika penaberan de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê navçeya Bodrûmê di encama binavbûna qeyika penaberan de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Trajediya penaberan didome. Duh derengê şevê demjimêr 01:00an de li bajarê Muxlayê beravên Bodrûmê qeyikeke penaberan ku dixwestin bi rêyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin binavbû.

Di encamê de 4 kesan ku ji nav wan 2 zarok bûn canê xwe ji dest dan. Herwiha 8 penaber jî hatin rizgarkirin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya hêzên deryayî jî hîn didome.