Putin: Me hemû karînên xwe li Sûriyê bikar neaniye

Serokê Rûsyayê di bêje hîn Rûsyayê hemû hêzên xwe li Sûriyê bikar neaniya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê di bêje hîn Rûsyayê hemû hêzên xwe li Sûriyê bikar neaniya.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro ragehand ku, Artêşa Rûsyayê heya niha hemû karînên xwe li Sûriyê bikar neaniye, heger were xwastin jî ewê bêtir hêz û karînên xwe bikar bînin.

Putin got jî, “Em dibînin ku çendî firokvanên Rûsî serkeftî ne, herwiha desgeha sîxoriya me jî hevkariyeke baş di navbera hemû beşên artêşê dike, çi ji hêzên deryayî, hêza Firînê..”

Duh 17 welatên Rojava û Rojhilata Navîn, di nav wan de, Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Erbistana Siûdiyê û Îran li New Yorkê derbarê kirîza Sûriyê  de civiyan, di encama civînê de jî biryara proseya aştiyê li wî welatî bi tevahiya dengan hat pesendkirin.

Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi operasyonên esmanî li Sûriyê kiriye, Artêşa Azad jî berdewam radighîne ku, firokeyên Rûsî pêgehên wan bombebaran dikin.