Li Tirkiyê 930 hezar zarokên karker hene

Saziya îstatistîkan a Tirkiyê derbarê zarokên karker de raporek weşand. Li gorî vê raporê li Tirkiyê nêzî 22 milyon zarok hene û ji van 930 hezar karker in.

K24 – Enqere

Saziya îstatistîkan a Tirkiyê derbarê zarokên karker de raporek weşand. Li gorî vê raporê li Tirkiyê nêzî 22 milyon zarok hene û ji van 930 hezar karker in. Rapor, herwiha balê dikeşîne ser binpêkirina mafên zarokan.

Lijneya Îstatistik a Tirkiyê hem rêjaya zarokên karker û hem jî rastiya mafên zarokan a Tirkiyê derxist holê. Li gor raporê rewşa zarokên karker bi pêşveçûna Tirkiyê ya di warê aborî û perwerdeyê ve, girêdayî ye.

Di raporê de tê gotin ku zarok ji ber koçberî û feqîriyê di karên gelekî giran û xeter de dixebitin û ji mafên xwendinê bêpar dimînin. Di vê derbarê de Parêzera Baroya Enqerê Turkay Asma got: “Ew zarok bi muçeyên gelekî kêm dixebitin, hem rastî îşkenceyên fizîkî û hem rastî kufrî û çêran û hem jî rastî  destdirêjiyê tên. Zarok ji mafên xwe yên rewa bêpar dimînin.”

Li Tirkiyê berê ji bo rewşa zarokên karker, navêndên kontrolê hebûn, lê belê di demên dawî de ew xebatên kontrolkirinê gelekî kêm bûne. Ev yek jî rê li ber bikaranîna wan di karên xirab de vedike.

Li ser heman mijarê Berpirsyara Rojeva Mafên Zarokan Emrah Kirimsoy jî wiha axifî: “Li Tirkiyê sîstema kontrolkirin û parastina zarokan naxebite, ji ber vê yekê hejmara zarokên karker zêde dibe. Ji ber nebûna politîkayên ku mafên zarokan  ên rewa diparêze jî zarok ji mafên xwe bêpar dimînin.”

Rapor ji bo çareserkirina pirsgirêkên bikaranîna zarokan cih dide pêşniyaran jî. Li gorî vê yekê, divê feqîrî ji holê rabe, zarok werin parastin û rewşa wan were başkirin û herwiha divê di yaseyên xebatê de sererastkirin were kirin û ewlehiya kar zêde bibe.

Berpirsyara Rojeva Mafên Zarokan Emrah Kirimsoy

Parêzera Baroya Enqerê Turkay Asma