Telal Silo: Me çek ji Amerîkayê wergiritine
K24 - Hesekê
Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk Telal silo ragehand ku wan çek û teqemenî ji Amerîkayê wergirtine.
Di daxuyaniyekê de Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk Telal Silo ji K24ê re got:"Em xwe ji şerê dijî DAIŞê re li bajarê Şedadê amade dikin, lewma pêwîstiya me bi çek û pêdiviyên şer heye."
Silo Tekez kir ku wan çek ji Amerîkayê wergirtine û ew yeke di çarçoveya piştgiriya Amerîkayê, di şerê wan yê dijî DAIŞê de ye.
Berî niha berpirsên Amerîkayê ragihandibûn ku welatê wan barekî din ê çek û teqemeniyan ji şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê re şandine, wek amadekarî û piştgiriyê bo şerê dijî DAIŞê li bajarokê Şedadê.
Wan berpirsên Amerîkayê ku nexwestibûn navê xwe eşkere bikin ji Reutersê re gotibûn ku ew barê çekan, bi rêyên bejayî û bi awayekî nehênî, ji hêza Sûriyeya Demokratîk re hatiye şandin. Hêza Sûriyeya Demokratîk ji şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyan pêk tê.