Firokeyên şer belavok ji DAIŞê re avêtin xwarê

Li gor çalakvanên wê deverê ev pêngava firokeyên hêzên hevpeyman metrisiyeke mezin xistiye dilê çekdarên DAIŞê û bandoreke mezin li ser tevgera çûn û hatina wan kiriye û ew xistine mitaliyeke mezin.

K24 - Hesekê

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Hesekê belavok bo DAIŞê avêtine xwar û tê gotin ku ew dê li ser şerê dijî wan berdewam bin.

Çalakvanên derdora bajarê Hesekê wêneyên wan belavokan belav kirine û tê de wiha hatiye nivîsîn: "Bo çekdarên DAIŞê, hun dizanin ku piştî me serê hezaran serkirde, rêber û çekdarên we perçiqandin roj bi roj hêza we lawaz dibe, herwiha hêza we yê berevaniyê jî nemaye. Hun baş dizanin ku  her dema em bixwazin, em dikarin we bikin armanca xwe, hun çaverêya mirina xwe bin û bombebarankirina me nayê rawestandin,  û dê her berdewam be heta ku dawî çekdarên we tê kuştin, hatine sibehê jî nêzîk e."

Li gor çalakvanên wê deverê ev pêngava firokeyên hêzên hevpeyman metrisiyeke mezin xistiye dilê çekdarên DAIŞê û bandoreke mezin li ser tevgera çûn û hatina  wan kiriye û ew  xistine mitaliyeke mezin.