Pêşmergeyek beriya ku DAIŞ serê wî bibire xwe rizgar dike
K24- Hewlêr
Li yek ji eniyên şer, Pêşmergeyek beriya ku çekdarekî DAIŞê serê wî bibire, xwe rizgar dike.
Dema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser eniya Xazirê, Hêmin Elî û malbata xwe çek heldigrin û ligel Pêşmergeyên din bergiriyê li axa Kurdistanê dikin.
Hêmin li gundê Til Eswed şerê dest û dest ligel çekdarekî DAIŞê dike, çekdarê radîkal dixwaze ku serê wî bibire, lê ew Pêşmerge xwe rizgar dike û wî çekdarî bi guyleyan dikuj e.
Hêmin Pêşmergeyekî lîwaya 10 a Wezareta Pêşmerge ye, heta niha jî 10 endamên malbata wî di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketin e.