Iraq dixwaze piştgiriya Çînê bidest bixe

Serokwezîrê Iraqê ligel şandeyek payebilind serdana Çînê dike

K24- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê bi mebesta bidestxitina piştgiriya leşkerî, berê xwe dide welatê Çînê.

Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê, biryar e Heyder Ebadî di naverasta vê heftiyê de serdana Çînê bike.

Derbarê mebesta serdanê de hatiye ku, dê Ebadî daxwaza alîkariya elşkerî bi hêzên ewlekarî yên Iraqê ji Çînê bike.

Ebadî di serdana xwe de wê ligel Serokê Çînê, Serokê Encûmena Dewletê û Serokê Encûena Niştimanî ya Nûnerê Gel bicive.

Ji bilî aliyên leşkerî, di yek ji armancên Serokweîzrê Iraqê bidestxistina piştgiriya aborî ya Çînê be.

Di serdanê de wê çendîn wezîrên hikûmeta Iraqê ligel Ebadî serdana Çînê bikin.