Li Şamê 10 çekdarên keç ên alîgirên Sûriyê hatin kuştin
K24-Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna bombeyekê de li nav otobaseke leşkerî, li taxa El-Mezê ya Şamê, 11 kes hatin kuştin ku piraniya wan çekdarên keç in.
Derbarê vê babetê de ajansa Sûrî ya fermî "SANA" di nûçeyeke lezgîn de, ragehand ku di encama teqînekê de li taxa El-Mezê, 10 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
Çalakvanan ji Şamê dan zanîn ku ew otobasa li taxa El-Mezê ya Şamê hatiye teqandin, çekedarên keç ên Heres El-Cimhurî ku alîgirên Esed in tê de bûn.
Ji aliyê xwe ve opozîsyona Sûriyê tekez kir ku teqîn bi rêya bombeyekê bû û di encam de deh alîgirên rejîma Sûriyê hatin kuştin.