Hikûmeta Kurdistanê bêyî wezîrên “Goranê” civiya

Di Cotmeha borî de, PDK rêkeftina pêkanîna hikûmetê ligel Tevgera Goranê hilweşandibû.

K24- Hewlêr

Piştî dûrxistina wezîrên Tevgera Goranê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekemîn civîna xwe lidar xist.

Mijara serekî ya civînê, dê gotûbêjkirina rewşa navçeyên û kêmkirina xerciyên dezgehên hikûmetê be.

Civîn bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî birêve diçe.

Di Cotmeha borî de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rêkeftina pêkanîna kabîneya hikûmetê ligel Tevgera Goranê hilweşandibû.

PDK û Tevgera Goranê di 17ê Nîsana sala 2014an de rêkeftina pêkanîna hikûmetê îmze kiribû. Bi hilweşandina wê rêkeftinê, her 4 wezîrên Goranê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin dûrxistin.

Postên wezîrên Goranê jî, bi wekalet radestî wezîrên din ên hikûmetê hatin kirin.