Rewşa Girê Spî ber bi alozbûnê ve diçe

Ji ber şerê di van rojên dawî de, di navbera Lîwaya Şoreşgerên Reqayê û Rêveberiya Xweser de pirsgirêk derketine û kuştina endamekî Lîwaya Şoreşgerên Reqayê ji aliyê Asayîşê ve, rewşa bajarokê Girê Spî ber bi xirabbûnê ve diçe.

K24 - Girê Spî

Serokê Desteya Lihevhatinê di Rêveberiya Xweser de ku yek ji rîsipiyên Hozên Ereban e li bajarokê Girê Spî, Lîwaya Şoreşgerên Reqayê, bi wê yekê tohmet bar dike, ku hewla kuştina wî kiribûn.

Wî rîspiyê Ereb tekez kir ku ew daxuyaniya bi navê hozên Girê Spî hatibû belavkirin, di bin gefa çekan de bûye. Serokê Desteya Lihevhatinê di Rêveberiya Xweser de Îbrahîm Îsa, da zanîn ku peywendiyên Fermandarê Lîwaya Şoreşgerên Reqayê Ebû Îsa, bi çend grûpên îslamî û hêzên ewlekariya  Tirkiyê re hene.

Derbarê mijarê de Hevserokê Rêveberiya Xweser li Girê Spî Mensûr El-Selûm ji K24ê re wiha axifî: "Em wan nûçeyên ku behsa wê yekê dikin, qaşo Rêveberiya Girê Spî di bin kontrola Kurdên Tirkiyê, Iraq û Îranê de şermezar dikin."

El-Selûm got, ku Rêveberiya bajarokê Girê Spî di destê welatiyên  wê de ye. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku Encûmena Rêveberiya Xweser ne tenê ji hozekê lê belê ji hemû hozên Girê Spî pêk hatiye. Serokê Komîteya Dadê yê ser bi pêkhateya Turkmena jî  tekez kir ku Endamên Rêveberiyê ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Ermenan pêk hatiye.

Ji ber şerê di van rojên dawî de, di navbera Lîwaya Şoreşgerên Reqayê û Rêveberiya Xweser de pirsgirêk derketine û kuştina endamekî Lîwaya Şoreşgerên Reqayê ji aliyê Asayîşê ve,  rewşa bajarokê Girê Spî ber bi xirabbûnê ve diçe.