Welatiyên Til Hemîs di rewşeke xirab de dijîn
K24 - Til Hemîs
Bi dileke xemîn û şewat, Meryem li mala xwe ya wêranbûyî dinêre, li gor wê piştî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bajarokê Til Hemîs rizgar kirin, çend çekdarên nenas, bi hinceta ku dema zarokên wê tevlî YPGê bibûn şêrînahî belav kiribûn xaniyê wê teqandine, Niha Meryem û malbata xwe ya ku ji 25 kesan pêk tê li kolanan mane.
Derbarê mala xwe ya wêrankirî de Meyrem, ji K24ê re wiha axifî: "Ez daxwaza qerebûkirina mala xwe dikim, ku 25 kes xwe tê de dijiyan, bi mayînekê xaniyê min teqandin, bihayê wê milyonek pere bû, xaniyekê ji min re bikirin, çareseriyekê ji min re bibînin."
Piştî sal û nîvekê ji koçberiyê bi sedan welatiyên bajarokê Til Hemîs vegeriyane malên xwe, vegera welatiyan di demekê de ye piştî aramiya rewşa deverê Asayîşa bajarokê Til Hemîsê bang li welatiyan kir ku vegerin malên xwe, tenê ew kesên ku tevlî DAIŞê bûbûn nikarin vegerin.
Endamekî Asayîşa Til Hemîsê bi navê Faris derbarê vegera welatiyan de got: "Me wek asayîşê gelek mayîn pûçkirine, niha rewş aram e, em otomobîla amade dikin daku welatî vegerin malên xwe, herwiha em pêdiviyên sereke yên jiyanê jî pêşkêşî wan dikin."
Dema borî çend caran hatibû ragihandin ku YPGê derheqê pêkhateya Ereb de, li bajarokê Ceza û Til Hemîsê komkujî kirine, lê xelkê deverê tekez dikin ku wan malên xwe bi cîh hiştin dema ku DAIŞê êrîşa wan kiribûn ne YPG ê.
Welatiyekî Ereb ji bajarokê Til Hemîs bi navê Ebdulreham derbarê vê mijarê de ji K24ê re wiha axifî: "Ew komkujya ku li devera Til Hemîsê behsa wê dikin min nedîtiye, min ha jê nîne, ez ji YPGê natirs im, lê bi wijdan û bi rastî jî YPGê li vê deverê zerar negihandiye kesekî."
Nebûna av , elektrîk û pêdiviyên jiyanê yên sereke li Til Hemîs dibin sedem ku hejmarek welatiyên wî bajarokî venegerin malên xwe. Ji bilî hebûna mayînan di bin erdê de, komkirina bermîlên teqîner di nav çend malan de, metirsiyê li ser jiyana zarokan çêdike.