Li Stenbolê operasyon: 2 jin hatin kuştin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li navçeya Gaziosmanpaşa ya Stenbolê, şevê din bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonê de 2 jin hatin kuştin, 4 polîs jî birîndar bûn.

K24 – Stenbol

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li navçeya Gaziosmanpaşa ya Stenbolê, şevê din bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonê de 2 jin hatin kuştin, 4 polîs jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku polîsên Stenbolê, nasnameya kesên têkiliya wan bi bûyera teqîna li rawestgeha Bayrampaşayê ve heye desnîşan kirine. Li ser vê gelek karmendên ewlekariyê 3ê şevê dinê li taxa Karadenîzê ya Gazîosmanpaşa operasyon birin li ser gelek malan.

Kesên li malê diman bi çekan li dijî polîsan şer kirin. Di encama operasyonê de 2 jinan canê xwe ji dest dan, 4 polîs sivik birîndar bûn. Cenazeyên 2 jinan şandin saziya dada pizişkî.

Polîsan destûr neda ku rojnameger û welatî nêzîkê cihê bûyerê bibin. Li taxê tedbirên ewlekariyê berdewam in.