parlamentereke kurd parlamentoya tirkiyê birêve bir

buldan di axaftina vekirinê ya parlamentoyê de wiha got: "Hevalên me yên ku ev meşaleya demokrasî û aştiyê dewrî me kirine û jiyana xwe ji dest dane, em bi rêzdarî bibîrtînin."

 

K24-Enqere

duh parlamentoya tirkiyê civiya, parlamentera (HDP) ê ya îdirê û serokwekîla parlamentoyê perwîn buldan serpereştiya rêvebirina parlamentoyê weke cara yekemîn kir.

civîna parlamentoya tirkiyê ya duh ji aliyê serokwekîla parlamentoyê û parlamentera HDPê ve hat birêvebirin. buldan di axaftina vekirinê ya parlamentoyê de wiha got: "Hevalên me yên ku ev meşaleya demokrasî û aştiyê dewrî me kirine û jiyana xwe ji dest dane, em bi rêzdarî bibîrtînin."

perwîn buldan di berdewama axaftinên xwe de ragihand: "Ev bi mehane li aliyekê welat bi sedhezaran mirov di malên xwe de hatin zîndanîkirin, mal, cih, war û heta goristanên wan jî tên bombebarankirin."

buldan destnîşan kir ku ew cûdahiyê naxe di navbera ti aliyan de û got: "ezê bêyî cûdahiyê, wekhev pêwendiyê ligel hemû parlamenteran bikim. bi ti awayî ez cûdahiyê naxim navbera zayendan de."