Esed beşdariyê di merasîmên cejna ji dayêkbûna "pêxember" kir

Di van demên dawî yê de, serdanên Esed di hundirê Sûriyê de zêde bûne, berî niha jî Beşar Esed ligel xanima xwe Esma Esed serdana dêra xiristiyan ya kevin li Şamê kiribûn, ew jî di çaçoveya amadekariyên cejna sersalê de bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed li gel Mûftiyê Sûriyê Ehmed Bedridîn Hesûn, li mizgefta El-Ekrem li Şamê, beşdarî di merasîmên cejna jidayîkbûna pêxember "Mihemed silavê xwedê lê bin" kir.

Derbarê vê babetê de Wezîrê Ewqafa Sûriyê Mihemed Ebdulsetar wiha got: "Ji welatê me re dostên weke Îran û Rûsyayê hene, ew dost  li aliyê maf û rastiyê radiwestin, em pêncemîn sala şer li welatê me oxir dikin, şer li welatê me heta niha jî berdewam e, lê em dê biserkevin û dawiya serkeftinên vê salê jî jidayîkbûna pêxemberê me ye."

Ji aliyê xwe Televizyona Sûriyê ya fermî Merasîmên cejna jidayîkbûna pêxember û beşdarbûna Esed bi awayeke zindî weşnad.