Şerê azadkirina başûrê Kobanê dest pê kir

QSD diyar dike ku, ew dê tevaya axa Sûriyê rizgar bikin.

K24- Kobanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şerê azadkirina gundên başûrê Kobanê ji dest çekdarên DAIŞê dest pê kir. 

QSD îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew wek hêzên QSD pêngava rizgarkirina gund û warên başûrê Kobanê ji îro ve destpê dikin.

 Hêza navborî diyar kir jî ku, ew dê hewldanên xwe yên leşkerî heta rizgarkirina “tevaya axa niştimanê Sûrî” berdewam bikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Kurd, Ereb û Siryanan pêk tê, ji aliyê Amerîkayê ve jî tê piştgirîkirin.

QSD di pêngava xwe ya yekem de, gund û warên başûrê Hesekê ji dest çekdarên DAIŞê derxistin, tenê bajarokê Şedadî maye ku li wê navçeyê rizgar bikin.

Heta niha Amerîkayê 3 caran, carekê ji esmanan û 2 caran bi rêyên cejayî, çek û teqemenî ji QSD re şandine. 

Dibe ku QSD di vê operasyona xwe de hewla azadkirina Cerablusê jî bike, ku xaleke stratejîk a gelek girîng e di navbera herêmên Koban û Efrînê de li Rojavayê Kurdistanê.