Li Tirkiyê bêcezabûn û xebata Tahir Elçî

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî hersal bi hevkariya rêxistinên mafên mirovan panelekê saz dike û binpêkirinên mafên mirovan û têkoşîna li hemberî binpêkirinê tê nirxandin.

K24 – Enqere

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî û Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Zaningeha Enqerê bi navê “bêcezabûnê” li Enqerê panelek saz kir. Di panelê de, beşdaran bîranîn xwe yên bi Tahir Elçî re parve kirin.

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî hersal bi hevkariya rêxistinên mafên mirovan panelekê saz dike. Di panelê de, binpêkirinên mafên mirovan û têkoşîna li hemberî binpêkirinê tê nirxandin. Rêxistinê îsal jî bi hevkariya beşa Mafên Mirovan a Fakûlteya Zanistên Polîtîk a Zankoya Enqerê li ser mijara “Li Tirkiyê Bêcezabûn” ev xebat da meşandin.

Tahir Elçî jî wekî aktîvîstekî mafê mirovan û kesê di vê mijarê de xwedî ezmûn hatibû vexwendin. Mixabin Elçî ne wekî panelîstekî lê belê wekî şehîdekî têkoşîna mafên mirovan bû mijara panelê.

Di vê mijarê de Hiqûqnas û Akademisyen Kerem Altinparmek got: “Ez nizanim em li Tirkiye çiqasî hay ji tevkariya Tahir Elçî ya bo Hiqûqa Mafên Mirovan hene. Belkî Tahir Elçî bi xwe jî hay ji vê yekê nîn bû. Ji ber ku ew her di nava têkoşînê de bû û carna jibîr dikir ku ew çiqasî kesekî girîng e. Bi dozên xwe, wateya sebrê careke din nîşanî me da.”

Di panelê de bîranînên Elçî û tevkariya wî ya bo têkoşîna Mafên Mirovan hat nirxandin. Parlamenterên CHPê Sezgîn Tanrikulu û Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş, Nûnera Şaxa Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyê Sema Kiliçer û Rêvebira Rêxistina Lêborîna Navteweyî Ruhat Sena Akşener her yek ji wan behsa rêhevaltiya xwe ya bi Tahir Elçî re kirin û gotin kengî em diketin cihekî teng, ew dihat bîra me û em li wî digeriyan.

Herwiha panelîstan dubare kirin ku ew dê her tim di rêya Tahir Elçî de bin û ew tu caran ji doza wî venegerin. Rêvebira Rêxistina Lêborîna Navteweyî Ruhat Sena Akşener jî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Têkoşîna Navneteweyî ya Mafên Mirovan gelekî deyndarê Elçî ye. Ji bo Rêxistina Lêborîna Navneteweyî ez dixwazim vê tiştî bêjim; Kek Tahir ji roja ewil, li ba me bû. Di hemû xebatên xwe de me piştgiriya ji wî werdigirt, Em bi wî dişêwirîn. Me wekî rêxistinê hevalekî xwe yê qedirbilind wenda kirin."

Tahir Elçî di sala 1966an de li Cizîrê ji dayik bû. Di sala 1991ê de ji Fakûlteya Hiqûqê a Zaningeha Dicleyê mezûn bû. di sala 1992an de dest bi parêzeriyê kir û ji wê demê heta roja hat kuştin her tim li dijî zordestî, êşkence û kuştinên kiryarên wan ne diyar derket. Elçî di gelek dozan de Tirkiye li hemberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sûcdar kir.