"Bajarên Kurdan bûne wek navenda şerê navxweyî"

Berdevkê CHPê Haluk Koç di civîneke çapemeniyê de, li ser warê aborî, dîplomatîk û siyasî, polîtîkayên hikûmeta AKPê yên li welêt û derveyî welêt rexne kirin.

K24 – Enqere

Berdevkê CHPê Haluk Koç di civîneke çapemeniyê de, li ser warê aborî, dîplomatîk û siyasî, polîtîkayên hikûmeta AKPê yên li welêt û derveyî welêt rexne kirin.

Haluk Koç di civîna çapemeniyê de bal kişand ser geşedanên dawî yên aborî û hikûmet bi wê yekê tohmetbar kir ku di warê aboriyê de ne xwedî bernameyeke baş e û ev yek jî metirsiya qeyraneke aborî zêde dike.

Koç got; “Gava  hikûmeta AKPê hate ser hikûm, bernameyeke amade li ber destê wan bû, hê wan tiştek li wê bernamê zêdenekirine û herwiha Bankeya Navendî jî ji bo biryarên FEDê yên derbarê faîzê de tu tedbîr wernegirtine.”

Berdevkê CHPê hikûmet ji ber polîtîkayên wê yên navdewletî bi giranî nexne kir û wiha axifî; Hikûmeta Tirkiyê li ber raya giştî ya cîhanî rezil kiriye. Digel ku hikûmeta Iraqê ji hebûna leşkerên Tirkiyê nerazîbû jî rabû leşker şandin û paşê gotin em leşkerên xwe venakişînin. Lê belê li ser telefoneke Emerîka doh gotin temam em ê leşkerên xwe vekişînin. Bi vê yekê bûn sûcdar, derewçîn û tirsonek."

Bûyerên li bajarên Kurdan jî di rojeva Haluk Koç de bûn. Koç got; "Her roj dilê me dişewite. Heta niha 523 kesan canê xwe ji dest dane. Ev hejmar ji wendahiyên Emerîka yên di şerê Kendavê de zêdetir e. Mixabin dîmenên ji herêmê tên, derdixe holê ku herêm ji wan dewletên şerê navxweyî li heye ne cûdatir e."