Siûdiyê: Di şewata nexweşxaneyê de 25 kesan canê xwe ji dest da

Herwiha bêhtir ji 100 kesî birîndar bûne.

K24- Navenda Nûçeyan

Li başûrê Erebistana Siûdiyê agir bi nexweşxaneykê ket û diu encamê de 25 kesan canê xwe ji dest dan û 123yên din birîndar bûn.

Agirê serê sibeha îro, girtibû yekeya jidayikbûnê û jinan li nexweşxaneya Cazan a Giştî, 21 tîmên agirkuştinê jî gehiştin cihê bûerê.

Li gor aliyên fermî yên Erebistana Siûdiyê, ji encama wî agirî 25 kesan canê xwe ji dest daye û 123yên din birîndar bûne, heta niha jî sedena vêketina agir nehatiye naskirin.

Kesên birîndar jî bi nexweşxaneyeke din li navçeya Cazanê hatine veguhestin.

Herwiha lêkolîn jî bo aşkerekirina sedemên agir dest pê kirine.

Di Tebaxa borî de, agir girte komelgeheke akincîbûnê û di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dabûn û 259ên din jî birîndar bibûn.