Firokeyên Rûsî Ezezê bombebaran dikin

Firokeyên şer ên Rusyayê li Suriyeyê bajarê Azezê bombebaran dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Rusyayê li Suriyeyê bajarê Azezê bombebaran dikin.

Hat ragihandin ko îro danê sibehê firokeyên şer ên Rusyayê li 3 cihên cûda yên bajarê Azezê dane ber bombeyan. Tê gotin ku deverên hatine bombebarankirin cihê sivîlan e û gelek kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha birîndar jî bo Bakurê Kurdistanê nexweşxaneya Kilîsê hatin vegûhestin.

Berî niha Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) operasyonên Rûsyayê li Sûriyê wek tawanê şer binav kiribûn û eşkere kiribû ku di hundirê mehekê de 200 welatiyên sivîl di encama wan êrîşan de canê xwe ji dest dane.

Di 30ê Îlonê de Rûsyayê dest bi opoerasyonên xwe yên li Sûriyê kir, ev yeke jî bû cihê nerazîbûna welatên Rojava û Amerîkayê. Lê dîsan jî Rûsya li ser operasyon û êrîşên xwe yên li Sûriyê berdewam e.