"Pirsa penaberan kêşeyeke navneteweyî ye"

Xebatên akademîsyenan nîşan didin ku dewlet ji mirov bêhtir girîngiyê didin parastina sînorên neteweyan û ev polîtîka rê li ber jiyana penaberan digire.

K24 – Stenbol

Li gor xebatên akademîk li cîhanê zêdeyî 50 milyon kes, şer di serî de ji ber gelek sedeman ji welatê xwe koç kirine. Di nav 60 salên dawîn de yekem koça mezin ji Sûriyê çêbûye. Xebatên akademîsyenan nîşan didin ku dewlet ji mirov bêhtir girîngiyê didin parastina sînorên neteweyan û ev polîtîka rê li ber jiyana penaberan digire.

Koçkirina ji Sûriyê, piştî destpêka 2emîn şerê cîhanê û vir de bûye koça herî mezin. Di ser şerê Sûriyê re 4 sal derbas bû û arîşeyên penaberan hê nehatine safîkirin û her diçe kêşeyên wan zêdetir dibin.

Penaberên ku ji şer reviyane û xwe spartine Tirkiyê ji ber ku ne xwedî statûyekê ne û jiyaneke ne li gor dilê wan e neçar berê xwe didin welatên Ewropayê. Lê rêwitiya wan a bo Ewropayê jî gelek caran bi mirinê bi dawî dibe. Hema hema bibêje her roj li behra Egeyê bi dehan penaber hê nagihin welatên Ewropayê canê xwe ji dest didin.

Akademîsyen Doguş Şîmşeka ku li 8 bajarên cuda bi sedan penaberan re hevdîtin kiriye dibêje penaber ji ber nîjadperestî û tûnebûna destûra xebatê naxwazin li Tirkiyê bimînin.

Şîmşek wiha axifî: "Kêşeyên herî mezintir bo penaberan arîşeyên tenduristî û perwerdehiyê ne. Ji sedî 90ê penaberan êdî li derveyî kampên Tirkiyê dijîn û li malan di kirê de ne. Ji bo vê dixwazin bixebitin lê ji ber ku destûr tuneye wek qeçax dixebitin. Lê li cihên ku tê şixulandin jî heqê wan dixwin. Hêviya wan jiyaneke bi rêk û pêk e loma jî naxwazin li Tirkiyê bimînin. Divê şerxwaz vî şerî biqedinin da ku kêşeya penaberan safî bibe."

Lêkolînerên ku li ser penaberan dixebitin dest nîşan dikin ku polîtikayên parastina sînorên netewe dewlet, parastina ziman û nasnameya netewî ji bo jiyana penaberan astengiyên herî mezin in. Êdî pirsa penaberan bûye arîşeyeke navnetweyî. Li gor amarên ajansa parastina sînorên yekîtiya Ewropayê Frontex di meha Îlonê de 170 hezar, di nav 9 mehên dawîn de 720 hezar penaber derbasî Ewropayê bûne.