Kobanê: Cotkar ji rewşa çandiniyê nîgeran in

Sala borî zeviyên gundên bajarên Kobanê ji ber koçberiya welatiyan ji êrîşên DAIŞê bê çandinî mabûn, lewma desteya çandiniyê 7 hezar ton genim wek tov li cotkaran belav kiribû.

K24 - Kobanê

Mihemed yek ji cotkarên gundê Kîkane yê Bajarê Kobanê ye, ji ber hişkesaliyê neçar bûye ku bi rêya bîran zeviyên xwe av bide, lê ava bîran jî kêm bûye, loma ditirse ku nikaribe pereyên tov bide Destayê Çandiniyê ya Kobanê.

Derbarê vê mijarê de Mihemed ji K24ê re got: "Zevî hişk bûne, nîvê zivistanê çû, baran nebarî û  çandinî jî bi paş ket, eger baran bi derengî jî were êdî sûda wê namîne."

Desteya Çandiniyê ya ser bi Rêveberiya Xweser bal kişand ser pirsgirêka hişkesaliyê û ragihand  ku eger demsal wiha berdewam bike dê Kantona Kobanê rûbirûyê şikestineke aborî. Herwiha da zanîn ku pêwîstiya wan bi 35 hezar ton genim heye bo çêkirina nan.

Berpirsê Desteya Çandiniyê li bajarê Kobanê ji K24ê wiha axifî: "Em dê çareseriyêkê ji wan cotkaran re  heta du mehên din bibînin, em ê zeviyên  xwe jî  biçînin, ji ber ku çandiniya me aboriya me ye, herwiha aboriya me jî çandiniya me ye."

Sala borî zeviyên  gundên bajarên Kobanê ji ber koçberiya welatiyan ji êrîşên DAIŞê  bê çandinî mabûn, lewma desteya çandiniyê 7 hezar ton genim wek tov li cotkaran belav kiribû.

Hêjayê gotinê ye zeviyên çandiniyê li Kantona Kobanê 70 hezar hektar in, ji wan 50î hezar bej û 20 hezar hektarên din avî ye.