Demîrtaş: Xendek ne ji bo xwerêveberiyê hatine kolan

Kongreya KCDê bi rojeva xweseriya demokratîk îro li Diyarbekirê dest pê kir.

K24- Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar dike ku, xendekên li Bakurê Kurdistanê “ne ji bo xweseriyê, lê li dijî biryara komkujiyê ya Enqerê hatine kolandin.”

Selahedîn Demîrtaş di çarçoveya Kongreya Civaka Demokratîk KCDê de ku îro li Diyarbekirê birêve diçe got ku, 

Demîrtaş di axaftina xwe de got, daxwaza xwerêbeberiyê ne tiştek nû ye, lê daxwazeke ku gel bi sedê salan daxwaz dike.

Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên di vê demê de bi serbilindî sekinînin û li ber xwe dan, dikim. Kurd wê êdî li erdnîgariya xwe bibin vîneke siyasî.”

Biryare KCDê di vê kongerya xwe de, pirsa xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê bixe rojevê, kongre jî 2 rojan berdewam dike.

Di vê derbarê de jî, Demîrtşa destnîşan kir ku mafê xwerêveberiyê ji bo hemû gelan mafekî rewa ye û da zanîn ku beşeke girîng a beyanameya wan a hilbijartinê, xwerêveberî ye. Nîqaşên bi şêweyê "di encama bend û xendekan de daxwaza xwerêveberiyê derket holê" nîqaşeke şaş e. Bend û xendek ne ji bo xwerêveberiyê, li dijî biryara komkujiyê ya Enqereyê hatin avakirin.”