QSDê Bendava Tişrînê li Kobanê rizgar kir

Bi girtina Bendava Tişrînê, herêma Kobanê ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin.

K24- Kobanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Bendava Tişrînê ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

Peyamnêrê K24, ku operasyona azadkirina bendavê dişopîne, diyar kir ku, îro piştî nîvro Bendava Tişrînê ya li ser çemê Firatê bi temamî ket destê QSDê de.

Roja 23ê Kanûnê, QSDê dest bi operasyona azadkirina gund û warên başûrê Kobanê kiribû, bi girtina Bendava Tişrînê jî, herêma Kobanê bi temamî ji dest DAIŞê hat derxistin.

Bendava Tişrînê dikeve ser çemê Firat, bendava herî girîng e li navçeyê, ji ber ku elektrîka hemû navçeyê li wê derê tê berhemanîn.

Di vê operasyonê de jî, QSDê rûbera 60 kîlo metirî ji çekdarên DAIŞê paqij kir.