Şer û pevçûn li derdora Bendava Tişrînê berdewam e
K24 – Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) DAIŞê li nêzîkî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê berdewam in .
Li derdora Bendava Tişrînê ya li başûrî Kobanê dikeve, şer û pevçûn di navbera QSDê û çekdarên DAIŞê de derket, hat ragihandin jî ku bi dehan ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan di destê QSDê de ne.
Herwiha QSDê heya niha derbarê ziyanên xwe ji encama wê şer û pevçûnê diyar nekirine.
Duh QSDê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî karîn Bendava Tişrînê ya 55 k.m dikeve li başûrê Kobanê kontrol bikin.