QSD gundên derdora bendava Tişrînê rizgar dike

Di çarçoveya rizgarkirina gundên başûrê Kobanê de, Hêza Sûryeya Demokratîk bendava Tişrînê ji bin kontrola DAIŞê derxist, û bi vê yekê Hêza Sûryeya Demokratîk yek ji gringitrîn jêderên avê û kehrebê li Sûriyê bidest xist.

K24 – Kobanê

Berdevkê Hêza Sûryeya Demokratîk Şervan Derwîş ji K24ê re ragehand ku,“Ev pênc roj in pêngava rizgarkirina başûrê Kobanê berdewam e, me karî jî bendava Tişrînê ji DAIŞê rizgar bikin, niha jî li aliyê din yê çemê Feratê em operesyonên xwe berdewam dikin.”

Derwîş derbarê armanca wan ji bo vê pêngavê de got: “Hîn armanca me ya vê pêngavê bidawî nebûye. Ji bo şerê DAIŞê ti hêlên sor li pêş me tune ne, heya deverek heye emê bi dû DAIŞê din.”

Derwîş got jî, “Piştî rizgarkirina Kobanê ev pêngava duyemîm e, herwiha DAIŞ jî li beramberî me jî nikare rawest e.”