KCDê piştgiriyê dide ragihandina rêveberiyên xweser

Civata Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk li Diyarbekirê encamnameya civîna xwe eşkere kir. Encamname ji aliyê hevserokên KCDê Selma Irmak û Hatîp Dîcle ve hate xwendin.

K24 – Diyarbekir

Civata Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk li Diyarbekirê encamnameya civîna xwe eşkere kir. Encamname ji aliyê hevserokên KCDê Selma Irmak û Hatîp Dîcle ve hate xwendin.

Di encamnameyê de hate gotin ji bo proseya çareseriyê bi awayekî bi rêk û pêk bimeşe û çareseriyeke mayinde pêk bê divê Ocalan bê azadkirin.

KCDê piştgirî da kolandina xendekan û diyar kir ku xelk ji bo parastina xwe ya rewa xendekan dikole.

KCDê got ku hikûmet dixwaze pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka xendekan nîşan bide lê di bingeh de pirsgirêk ne naskirina vîna gel e.

KCDê piştgirî da ragihandina rêveberiyên xweser jî û diyar kir ku ev daxwaza gel e û herwiha mafdar û rewa ye. 

KCDê di encamnameyê de daxuyand ku çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê ji hev ne cuda ne û ji bo Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê daxwaza sistkirina rêveberiya navendî û avakirina herêmên xweser kir.

Bi vê armancê di beyanameyê de ji bo pêşxistin û pratîzekirina rêveberiyên xweser 14 xal hatin destnîşankirin.

Kongreya Civaka Demokratîk KCDê di 26 û 27ê vê mehê li Diyarbekirê bi rojeva Xweseriyê li Diyarbekirê birêve cû û îro bi piraniya dengan ew proje pejrandin.

Hevserka KCDê Selma Irmak