Rojnamevanê Sûrî Nacî el-Cerf hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnamevan û dehêner Sûrî Nacî el-Cerf li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê kesine nenas ve hat kuştin
Rojnamevanê Sûrî Nacî el-Cerf li bajarê Dîlokê bi riya çekekî bêdeng îro ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin û polîs dest bi lêkolînan derbarê kuştna wî dikin.
Nacî el-Cerf sernivîser kovara (Hinta) ye, derhêner filmê DAIŞê li helebê ye û gelek belgefîlm derbarê şoreşa Sûriyê de çê kirine. Herwiha gelek çalakvan li ser karê rojnamevanyê perwerde kirine.
Nacî el-Cerf (38 salî) xelkê bajarokê Selemyê ya li Parêzgeha Hemayê ye û bavê 2 zarokan e.