Li Mêrsînê ciwanek hat kuştin
K24-Mêrsîn
Li Mêrsînê ciwanek di xwepêşandanên şermezarkirina operasyonên bakurê Kurdistanê de hate kuştin
Li Tirkiyê bajarê Mêrsînê bi armanca şermezarkirina bûyerên li bakurê Kurdistanê xwepêşandan hat li darxistin. Polîsan bi wesayîtên zirxî û bombeyên rondikrêj êrîş birin ser xwepêşandanan û di encamê de ciwanê 20 salî Sedat Baran canê xwe ji dest da.
Termê Baran rakirin nexweşxaneyê.
Li nexweşxaneyê di navbera polîs û malbatê de aloziyê rû da û di pevçûna li wê derê jî camên nexweşxaneyê û hin wesayîtên polîsan hatin şikandin.