Operasyonên Navdewletî li Minbic û Reqayê berdewam in

Êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî li Bajarokê Minbic û Reqayê di demekê de tên, piştî ku Hêza Sûriyê ya Demokratîk, bendava Tişrînê ji destê DAIŞê derxist û ber bi bajarê Reqayê diçe.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî bi Serokatiya Amerîkayê, ragehand ku firokeyên wan pênc êrîş birine ser navend û baregayên DAIŞê li bajarokê Minbic û Parêzgeha Reqayê.

Derbarê vê babetê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî bi Serokatiya Amerîkayê li dijî DAIŞê Steve Waren di daxuyaniyekê de wiha got: "Me pênc caran navendên DAIŞê li bajarokê Minbicê ku dikeve bakurê rojhelatê Parêzgeha Helebê bombebaran kirin."

Waren da zanîn ku di encama wan êrîşan de naven û baregayên DAIŞê li wê deverê, hatin têk birin û bi dehan çekdarên wê jî hatin kuşti,n diyar kir ku di heman demê li bajarê Reqayê jî operasyon hatin encam dan.

Êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî li Bajarokê Minbic û Reqayê di demekê de tên, piştî ku Hêza Sûriyê ya Demokratîk, bendava Tişrînê ji destê DAIŞê derxist û ber bi bajarê Reqayê diçe.