Italya xwe ji parastina ewlehiya Rûmadî re amade dike

Tê zanîn ku 280 pisporên Italî bi armanca perwerdekirina polîsên Navxweyî li bajarê Bexda û Erbîl hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Italya piştî rizgarikina bajarê Rûmadî ji aliyê Artêşa Iraqê ve, xwe amade dike, daku ewlehiya wî bajarî biparêze.

Derbarê vê mijarê de Wezîrê Derve yê Italyayê û hevkariya Navdewletî Paolo Gentilonî di daxuyaniyekê de wiha got: "Piştî baqijkirina bajarê Rûmadî, dê pirsporên me yên leşkerî çekdarên sûn e, bo parastina ewlehiya wî bajarî perwerd e bikin."

Gentiloni tekez kir ku welatê wî "450" leşker bi armanca parastina karkerên nûjenkirina bendava Mûsilê, şandine Iraqê.

Tê zanîn ku 280 pisporên Italî bi armanca perwerdekirina polîsên Navxweyî li bajarê Bexda û Erbîl hene.