Kalin: Hêzên piştgiriyê didin Esed DAIŞê jî diparêzin

Berdevkê Serokomkarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin di diyar kir ku ew hêzên ku li Sûriyê pişgiryê didin rejîma esed di heman demê de DAIŞê jî diparêzn. Kalin derbarê hebûna leşkerên Tirkyê li Başîqa jî got ku ew ne li dijî serwerya Iraqê ne û hêzên li wê derê jî tenê ji bo perwerdekirina hêzên Iraqê erkdar in.

K24 – Enqere

Kalin derbarê pirsa operasyonên YPGê li Rojavayê Kobanê û xwe raghandina rêveberiyên xweseriyê ji nêrînên xwe wiha anîne ziman: “Agahiyek heye ku dibêjin Hêzên Sûriyeya Demokratîk bendava Tişrînê ji DAIŞê standine. Bê guman ev bo me jî giring e. Lê belê beriya niha jî me gotibû, çi li Cerablûsê dibe çi jî li Girê Spî dibe, em piştgiriyê nadin hebûna hêzên PYDê û YPGê û qet qebûl jî nakin.”

Kalin derbarê vê mijarê de berdewam kir, “Me helwesta xwe berê jî bi awayek eşkere ji bo hevpeymanên xwe jî vegotiye. Heger niha pêşiyê negirin wê dema pêş Sûriye li ser hîmê netew mezheb û olan perçe bibe. Ji xwe pirsa sereke ya Sûriyê jî ev bû. Rejîmê dixwest nasname xwe li ser gel û baweriyên cûda bisepîne.”

Kalin got jî, ”Li aliyê din, hêwina gelên Tirkiyê diyar e. Beriya niha jî ew hewldanên perçekirina Tirkiyê tev pûç bûn. Ew kesên îro vê fanteziyê tînin ziman neheqiyê li wan kesan dikin ku di hilbijartinan de ji bo bikarin siyasetê bikin deng daye wan. Em rêz ji wan kesan re digrin ku dengê xwe dane partiya wan lê di her derfetê de ew jî bi van kiryarên xwe piştgirî didin rêxistina terorê. Wê ev plan sernekevin û tu kes jî nikare Komara Tirkiyê perçe bike.”