"Divê zimanê Kurdî di destûrê de bibe xwedan statuyek"

Endamên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo diyarkirina rêveber û hevserokên xwe civiya. Di kongreyê de qala ziman û netewe hatin kirin.

K24 – Stenbol

Endamên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo diyarkirina rêveber û hevserokên xwe civiya. Di kongreyê de qala ziman û netewe hatin kirin. Hevserokê nû yê enstîtuyê Samî Tan got: “Pêwîst e ku gelê Kurd û zimanê Kurdî di destûrê de bibin xwediyê statuyekê.”

Ji bo hilbijartina hevserokên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kongreyek hat sazkirin. Di kongreyê de rêveber û hevserokên enstituyê hatin hilbijartin û xebatên dawî hatin nirxandin.

Hevserokê nû yê enstituyê Samî Tan diyar kir ku eger zimanê Kurdî di destûrê de nebe xwediyê statuyekê xebatên saziyên sivîl naçin serî.

Samî Tan got: “Enstîtuya Kurdî li Stenbolê tekane sazî ye ku di warê fêrkirina zimanê Kurdî de xebatan dike û berhemên Kurdî derdixe. Jiyana wê bi temamî bi Kurdî ye. Kesek hat vêderê xwe wek li Kurdistanê dibîne. Jiber hemû xebat û hemû danûstandin bi zimanê Kurdî ye û salane hezar kes jî tên perwerdekirin.”

Hevseroka Enstituya Kurdî ya Stenbolê Ozlem Kurt jî qala girîngiya zimanê dayîkê kir û wiha axifî: “Di nav gel de ziman cihekî girîng digire. Nasnameya gelê Kurd zimanê Kurdî ye. Em bi zimanê xwe hene û em bi zimanê xwe dijîn. Ji ber vê enstituyên wiha şert e ne enstîtu be jî ji bo ziman saziyên din şert in.”

Li bajarên Tirkiyê ku herî zêde Kurd lê dijîn Stenbol e û zêdeyî 4 milyon Kurd li vî bajarî rudinin. Gelek sazî û dezgehên Kurdan hene ku xebatên cuda dikin. Yek ji wan saziyan jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbol e. Yekem armanca vê dezgehê jî fêrkirina zimanê Kurdî ye.