Taxên Kurdan yên li Helebê tên armanckirin

Rêjîma Sûriyê bi bermîlên teqîner taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bombebaran kirin, di encamê de jî 6 welatiyên Kurd yên sivîl bûne qurbanî. Taxa Eşerfiyê jî ji aliyê grûpên îslamî ve hat armanckirin.

K24 – Heleb  

Rêjîma Sûriyê bi bermîlên teqîner taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bombebaran kirin, di encamê de jî 6 welatiyên Kurd yên sivîl bûne qurbanî. Taxa Eşerfiyê jî ji aliyê grûpên îslamî ve hat armanckirin.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê, îro ragehand ku, firokeyên rêjîma Sûriyê taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bi 6 bermîlên teqîner bombebaran kirin, di encamê de 4 welatiyên Kurd yên sivîl jiyanên xwe jidest dane, herwiha bi dehan jî birîndar hene.

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir ku, birînên gelek kesan giran in, lewre tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Ji aliyekî din ve jî, çalakvanên taxa Eşrefiyê ji peyamnêrê K24ê li Efrînê re ragehandin ku, girûpên îslamî, îro mûşekeke ku bi navê (Dojeh) tê naskirin, bi ser çarxeriya yekem ya taxa Eşrefiyê ya Helebê de hate avêtin.

Li gor wan çalakvanan ku, di encamê de avahiyeke sivîlan bi temamî hat rûxandin û bi dehan kuştî û birîndar hene. Çalakvanan diyar kirin ku ji ber wêranbûna avahiyê hejmara qurbaniyan nehat zanîn.