Destêwerdana Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê re tê nirxandin

Destêwerdana Artêşa Tirkiyê di nav axa Rojavayê Kurdistanê de, roj bi roj bihtir dibe. berî hiha nêzî 200 leşkerên Tirkiyê bi tev alavên kolandinê derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûn û di nav zeviyên gundê Sermisaxa jorîn yê girêdayî bi ser bajrokê Girkê Legê dest bi avakirina riyekê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî çend rojan di heman mijarê de li beramber gundê Letîfiyê yê ser bi bajarê Qamişlo ve bi tev  alavên kolandinê dest bi avakirina riyeke bi dirêjiya  3 k.m kirin  , lê niha ji bilî alavên kolandinê Artêşa Tirkiyê bi tev kelûpelên leşkerî berê xwe dan gundê Dêrûna Axê yê li navçeya Aliyan, ku dikeve bakurê bajarokê Çilaxa.

derbarê bihêzbûna tevgera Artêşa Tirkiyê di anv axa Rojavayê Kurdistanê  de, mamosteyê zanîgehê Serbest Nebî di wê baweriyê da ye ku artêşa Tirkiyê ji bo hin mebestan tevgerê dike.

Nebî ji K24ê re got jî: “Li gor rêkeftina Edeneyê ya di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, hin pirsgirêk çareser kirin, lê hin pirsgirêk jî mane, lê di baweriya min de ew tenê ezmûneke ewlekariyê ye.”

Di heman demê endama Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Esmehan dawûd jî ji K24ê re axivî û got: “Em wek ENKSê me helwesta xwe di daxuyaniyekê eşkere kir, ne Tirkiyê û ti welatekî din heger ne bi rêkeftineke navdewletî be, em qebûl nakin.”

li gor gotinên şarezayên siyasî ku Tirkiyê nikare bê rênemaya dewletên hevpeymanan  0KM  sînorê Sûriyê yan Rojavayê Kurdistanê derbas bike tenê ev tevgerên niha ji bo hin mebestan dikin.