Rûsya çiyayê Kurdan kir armanc

Di 30ê Cotmeha borî de,Rûsyayê dest bi opoerasyonên xwe di Sûriyê de kirine, ew yeke jî bûye, cihê nîderaniya welatên Rojava û Amerîkayê.

K24-Navenda Nûçeyan

Firokeyên Rûsyayê bi arîkariya rejîma Sûriyê gundên çiyayê Kurdan li Parêzgeha Helebê bombe baran kirin,  di encam de şeş welatiyên sivîl hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, di daxuyaniyekê de ragehand ku şevê din, firokeyên Rûsyayê li gel yên rejîma Sûriyê, êrîş birine ser gundê Eyn El-Coz û Eyn Elhur li çiyayê Kurdan, ser bi Parîzgeha Helebê ve.

Rewangehê da zanîn ku di encama wan êrîşan de şeş welatiyên sivîl canê xwe ji destan û bi dehatin birîndarbûn, di nav wan kuştî û birîndaran de, jin û zarok jî hene.

Di 30ê Cotmeha borî de,Rûsyayê dest bi opoerasyonên xwe di Sûriyê de kirine, ew yeke jî bûye, cihê nîderaniya welatên Rojava û Amerîkayê.

Tê zanîn çiyayê Kurdan li ser Parêzgeha Helebê ve ye û hemû welatiyên wê Kurd in.