Li Antalyayê xwepêşandan
K24-antalyayê
Di xwepêşandanên şermezarkirina Roboskî de li Antalya, Stenbol, Îzmîrê alozî derketin, gelek kes hatin binçavkirin
Li Antalyayê komek ciwan bi armanca şermezarkirina komkujiya Roboskî û qedexeyên li navçeyên bakurê Kurdistanê hatin ba hev û dest bi meşê kirin.
Polîsan bi Tomayan û gazên rondikrêj êriş li xwepêşandêran kirin. Xwepêşandêran jî molotof û fîşekên hewayî bersi dan.
Li Stenbolê Sultangazî jî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û pevçûn derketibûn. Her wiha hate ragehandin li Îzmîr û Stenbolê operasyonên berfireh hatine kirin û gelek endamên HDP'ê hatine binçavkirin.