"Hêzên ku bendava Tişrînê kontirol kirîn ne Kurd in"

Serokwezîrê tirkiyê Ehmed Davutoglu ragehand, ku ew kesên cemê Firatê derbaskirîn û bendava Tişrînê jî kontirol kirîn ne Kurd in.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê tirkiyê Ehmed Davutoglu ragehand, ku ew kesên cemê Firatê derbaskirîn û bendava Tişrînê jî kontirol kirîn ne Kurd in.

Di daxuyaniyekê de li welatê Sirbiyayê Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu, wiha got: "Zanyarî li cem me hene, ku ew kesên cemê Firatê derbas kirîn û bendava Tişrînê ji DAIŞê kontirol kirîn ne Kurdin, grûpên Ereb in yên ku hevahingiyê li gel Hevpeymaniya Navdewletî re dike."

Berî niha Serokwezîrê Tirkiyê ragehandibû, ku  ti carî rê nedin Kurdan derbasî rojavayê çemê Firatê bibin, diyar kir  bû ku ew yek bo wan xeteke sor e.

Duh piştî nîvro jî Ji Dîlokê gelek serbaz, alav û otombîlên serbazî ber bi sînorê Sûriyê ve hatin şandin.