Malbata Alan Kurdî giheşte Kanadayê

Berî niha jî bavê Alan Kurdî Ebdulah Kurdî peyamek bo hemû welatên cîhanê, bi rêya Kenaleke Brîtanî şandibû, tê de daxwaz ji hemû welatan kir bû hizra bav û dayîkên penaberan bikin û deriyên sînorên xwe bo penaberên Sûriyê vekin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Heft kes ji malbata zarok Alan Kurdî, yê ku wêneyê mirina wî cîhan hemû hejand, piştî wergirtina mafê penaberiyê giheştine Kanadayê.

Li firokxaneya Vancouverê û bi amade bûna kenalên Televizyonî yên Navxweyî,  Meta Alan Kurdî bi çavên tije girî, pêşwaziya malbata xwe kir.

Debarê vê mijarê de Tîma Kurdî meta zarok Alan Kurdî, di daxuyaniyekê de sipasiya gelê Kanadayê û Serokwezîrê wê Justin Trudeau kir, ku deriyê welatê xwe ji malbata wê re vekir, daxwaz ji hemû welatn jî  kir ku sînorên xwe li pêşiya penaberên Sûriyê vekin.

Berî niha jî bavê Alan Kurdî Ebdulah Kurdî peyamek bo hemû welatên cîhanê, bi rêya Kenaleke Brîtanî şandibû, tê de daxwaz ji hemû welatan kir bû hizra bav û dayîkên penaberan bikin û deriyên sînorên xwe bo penaberên Sûriyê vekin.

Tê zanîn ku zarok Alan Kurdî li gel dayîk û birayê xwe Xalib dema ku dixwestin ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve biçin di deryayekê Tirkiyê  de xenqîn.