Tirkiyê çiyayê Qendîlê li Başurê Kurdistanê bombebaran kir

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku gerîlayên PKKê rê nedane rojnamevan li wê navçeyê bûyerê pişopînin û zanyariyan werbigrin.

 

K24-qûntara çiyayê Qendîlê

Firokeyên Tirkiyê careke din, bi hiceta hebûna baregayên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê, li wê deverê çend gundên qûntara çiyayê qendîlê li Başurê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li go zanyariyên peyamnêrê K24ê şeva borî heta sibeha îro, firokeyên Tirkiyê her yek ji gundên Zargelî, kozîne,lêwje û Êndize li qûntara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin. Peyamnêrê K24ê da zanîn ku gerîlayên PKKê rê nedane rojnamevan li wê navçeyê bûyerê pişopînin û zanyariyan werbigrin.

Li gor welatiyên wê deverê di encama wan êrîşan de, zirareke mezin giheştiye rez û zeviyên wan, bêyî ku ziyanên giyanî hebin.

Tê zanîn ku berî niha jî firokeyên Tirkiyê bi hiceta hebûna navendên PKKê li wê deverê bombebaran kirin, ew yeke jî bûye cihê nîgeraniya welatiyên wan gundan, herwiha jiyana wan jî dike metirsiyê de.